ROJHILATA NAVÎN
Hemû Nûçe
-
Îsraîlê ji bo taxên li başûrê Beyrûdê banga ‘’valakirina tavilê’’ kir
Artêşa Îsraîlê roja Pêncşemê bang li welatiyên ku li taxên başûrê Beyrûdê dijîn kir ku demildest ji taxên xwe derkevin. Cara ewil e tê xwestin ku tax bi temamî werin valakirin. -
Li Rojhilat gelek baregehên leşkerî hatin bombekirin
Li Rojhilatê Kurdistanê gelek baregehên leşkerî û navendên ewlehiiyê hatin bombekirin. Hat ragihandin ku li baregehên Banê cenazeyên gelek leşkerên Îranê hatine dîtin. -
Welatên Ewropayê biryar dan ku hêza deryayî bişînin Qibrisê
Wezîrê Parastinê yê Îtalyayê ragihand ku piştî êrişa li ser baregeha Îngiliz a li Qibrisê, li gel hin welatên Ewropayê wan biryar dan ku hêzên deryayî bişînin Qibrisê. -
Di şerê Rojhilata Navîn de bîlanço giran dibe
Di şerê navbera Îran, Îsraîl û DYE'yê de windahî zêde dibe. Li gorî bîlançoyên demkî ji destpêka şer û vir ve li seranserê Rojhilata Navîn zêdeyî hezar kesî jiyana xwe ji dest dan. -
Îranê li Nahçivanê xist
Rejîma Îranê bi droneyê êriş bir ser Nahçivanê. -
HRANA: 24 saetên dawî li Rojhilat û Îranê 31 sivîl hatin kuştin
Li gorî daneyên HRANA'yê di nava 24 saetên dawî de di encama êrişên Îsraîl û Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê de 31 sivîlan jiyana xwe ji dest dan. -
Şerê li Rojhilata Navîn: Li Îran, Lubnan û Kendavê êrişên nû
Şerê navbera Îsraîl û Îranê di roja şeşemîn de ye. Li herêmê li pey hev bûyerên nû diqewimin. Li ser Tehranê êrişên nû hate destpêkirin, li welatên Kendavê û Lubnanê jî teqînên mezin rû dan. -
Îsraîl baregeh û navenda polîsan ên li bajarê Seqizê xist
Balafirên şer ên Îsraîlê li bajarê Seqizê yê Rojhilatê Kurdistanê navendên hêzên ewlehiyê yên rejîmê xistin. Di encamê de navenda polîsan û baregehên wan yên li ser sînor hatin rûxandin. -
DYA’yê li Iraqê berpirsekî Hizbullahê kuşt
Di êrişa DYA’yê de Berpirsê Şobandin û Ketîbeyên Hizbullaha Iraqê Ebû Hesen Firêcî û parêzvanên wî hatin kuştin. -
Hejmara kesên di keştiya Îranê de jiyana xwe ji dest dan derket 87’an
Rayedarên Srî Lankayê ragihandin ku keştiya şer a Îranê ya ku li peravên Srî Lankayê ji aliyê torpîdoya DYE’yê ve hat binavkirin, 87 cenaze hatine derxistin û 32 kes hatine rizgarkirin. -
Di êrîşên Îsraîlê yên li ser Lubnanê de 72 kes jiyana xwe ji dest dan
Wezareta Tenduristiyê ya Lubnanê ragihand ku di êrîşên Îsraîlê de 72 kes jiyana xwe ji dest da, 437 kes birîndar bûne û zêdetirî 83,000 kes jî ji cih û warên xwe bûn. -
DYE’yê êrîşî keştiya şer a Îranê kir: Herî kêm 80 kes jiyana xwe ji dest dan
Keştiya şer a Îranî "Iris Dena" li peravên Srî Lankayê hate hedefgirtin; hat ragihandin ku 180 kes di keştiyê de bûn, û operasyonên lêgerîn û rizgarkirinê berdewam dikin. -
Li gorî DYE’yê Îranê şer winda kiriye û di demek nêzîk de wê têkeve bin kontrolê
Wezîrê Şer ê DYE’yê di roja pêncemîn a şerê li dijî Îranê de îdia kir ku Îranê şer winda kiriye, hêza wê ya hewayî û deryayî çûye û got, "Îstîxbaratên Emerîkî û Îsraîlî wê Îranê kontrol bikin." -
Bafil Talebanî û Ebas Eraqçî bi telefonê hevdîtin kirin
Serokê YNK’ê Bafil Talebanî û Wezîrê Derve yê Îranê Ebas Eraqçî bi telefonê axivîn û Talebanî diyar kir ku ew tekezî li ser dîtina çareseriyek aştiyane ji bo pirsgirêkan û vegera bo diyalogê dikin. -
Li Îranê zêdetirî hezar kesî jiyana xwe ji dest daye
Şerê ku li dijî Îranê hatiye destpêkirin kete roja xwe ya pêncemîn û li gorî rayedarên Îranî hezar kesên ku ji welatiyên sivîl û leşkeran pêk tê, jiyana xwe ji dest dane. Îsraîlê jî peyama ku ew ê du hefteyên din bomberdûmana xwe bidomîne, da. -
Êrîşî nuqteyên Mûhafizên Şoreşê yên li Rojhilatê Kurdistanê hate kirin
Ji saetên sibehê ve gelek caran li bajarê Kirmaşan û çend deverên din ên Rojhilatê Kurdistanê navendên Mûhafizên Şoreşê hatin bombebarankirin. Tê diyarkirin ku hêzên mûhafizan bi cilûbergên sivîl belav bûne û gefan li welatiyan dixwin. -
Bi sedan wesayît li Deriyê Sînor ê Başmak asê man
Piştî ku Îranê deriyên sînor li Herêma Kurdistanê girt, niha bi hezaran wesayîtên barhilgir li deriyên Başmax asê mane. -
Li ser sînorê Kerbela-Necefê êrişa hewayî ya li dijî leşkerên Iraqê
Fermandariya Operasyonên Hevpar a Iraqê ragihand ku li ser sînorê Kerbela-Necefê êrişek li dijî hêzên wan hatiye kirin. -
Ji Îsraîlê êrişa berfireh a li ser Tehranê, Îran 'wê muzakere neke'!
Êrişên DYE û Îsraîlê yên li ser Îranê ji 28'ê Sibatê û vir ve bi rengekî giran dewam dikin. Îsraîlê pêleke nû ya êrişê ya berfireh da destpêkrin. Li Tehranê teqînên mezin rû da. Îranê jî diyar kir ku wê muzakereyê neke. -
DYE'yê li Babil û Enbarê bombe li baregehên Heşdî Şabî barand
Fermandariya el Cezîre ya ser bi Heşdî Şabî ragihand ku baregehên wan ên li bajarên Babil û Enbarê du caran ji aliyê DYE'yê ve hatine bombekirin. -
Muxafizên şoreşê: Tengava Hurmuzê bi temamî di bin kontrola me de ye
Muxafizên Şoreşê yên Îranê ragihandin ku Tengava Hurmuzê bi temamî di bin kontrola wan de ye û her keştiyek ku hewl bide ji tengavê derbas bibe wê bibe hedef. -
HRANA: Li Îranê zêdeyî hezar sivîl hatin kuştin
HRANA’yê ragihand ku di êrîşên Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) û Îsraîlê yên li ser Îranê de zêdeyî hezar sivîlan jiyana xwe ji dest dan û zêdeyî 5 hezar kes jî birîndar bûn. -
Roja pêncemîn: Di şerê Îranê de rewşa dawî
Şerê ku bi êrişên DYE û Îsraîlê yên li ser Îranê destpê kir, li herêmê belav bûye. Alî êrişên li hemberî hev dewam dikin. -
Li Lubnanê 3 kedkarên tenduristiyê hatin qetilkirin
Li Lubnanê di êrişa hewayî ya li herêma Sûrê de 3 kedkarên tenduristiyê hatin qetilkirin, 6 jî birîndar bûn. -
Şerê Rojhilata Navîn buhayê enerjiyê gihand asta herî bilind
Şerê DYE û Îsraîlê yê li ser Îranê trafîka deryayî ya li Tengava Hurmuzê sekinand; buhayê gaza xwezayî û petrol a Brent gelekî zêde kir. Li Iraq û Qatarê jî hilberîna petrolê kêm bû, buhayê şekir, zibil û soya jî zêde bû.